20 Ocak 2009 Salı

nûbihar | 106


Jimara Nûbihara 106ê derket

Jimara 106ê ya kovara Nûbiharê dîsa bi naverokeke dagirtî û nivîsên cûrbecûr derket pêşberî xwendevanên xwe.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik li ser girîngîya çandê sekinîye û bal kişandîye ser têkilîya çand û desthilatdarîyê.

Nivîskar Edîp Teverzî li ser Dîwana Şêx ‘Ebdurrehmanê Axtepî sekinîye û hin malûmatên girîng bi xwendevanan re parve kirîye.

Wêjevan Ayhan Geverî lêkolînek hêja li ser peywendîya Şêx Riza Telebanî û Siltan ‘Ebdulhemîd kirîye, di vê nivîsê de bal tê kişandin ser dîyaloxên pir balkêş.

Nivîsek hêja jî ji teref rêzdar Abdulkadîr Gök li ser Melayê Cizîrî û Felsefeya tesewufê hatîye nivîsin.

Her wiha hevpeyvîna bi nivîskar û lêkolînerê Kurd Malmîsanij re hatîye kirin jî gelek agahî û malûmatên bi fêde dide meriv. Hevpeyvînek din bi merhûm Gîyaseddin Emre re ye. Ev hevpeyvîn di sala 1997ê de hatibû kirin, lêbelê li ser wefata Emre carek din hatîye weşandin. Derbarê Wefata Gîyaseddin Emre de nivîsek Ayhan Geverî jî heye.

Ebdulhadî Botî di mijareke gelek balkêş de nivîsîye. Di dîwanên kurdî de pesnê pêxember çawa hatîye kirin, ji wan dîwanan mînakan dide...

Wekî din Mihemed Jîyan li ser pirtûka Gotinên Gunehkar ya Hesenê Metê; Mamoste Ehmed jî li ser di pirtûkên Selahaddîn Bulut ku bi navê Xadim û Bihuşta Lal weşîyane disekine…

Helbestên Melayê Bateyî, Seyîd Ubeydullahê Nehrî, Berken Bereh wekî her car cihê di Nûbihara rengîn de digrin. Ceribandinên Sever Işık, Hatice Mollakendi, Berken Bereh û çîroka ji edebîyata faris, ya Nûra Heqperest naveroka kovarê dewlemendtir dikin
Wekî din kesên bi ceribandin, çîrok, helbest, vekolîn û nirxandinên di vê jimarê de cih digrin ev in: Serhad B.Rênas, Rojbîn Özkan, Mewlana Celaleddîn Romî, Bamed Serdar, Zilkîf Xweşhêvî, Bedîuzzeman Seîdê Norsî, Rojan Barnas, Şivan Ar, Ahmed Akin, Heinrich Heine, Seyyid Ahmed Kaya, Raif Biçare, Xweşmêr, Abdulkadir Önkol, Sidîq Gorîcan, Murad Celalî, Serhat Sever, Kamran Simo Hedilî, Dilazad A.R.T., Murad Dildar, Husên Şemrexî, Mahmud Birden, Mihemed Nazif, J.K. û Mehmet Sait Çakar…
Nûbihar
Büyük Reşitpaşa Cad. Yumni İş Merkezi
No: 22-29 / Vezneciler- İstanbul Tel: 0212 – 519 00 09

www.nubihar.com / nubihar@gmail.com

Hiç yorum yok: